Merheba Şador

Her hal erişên bi veşartokî û li pişt deriyan gerandina deq û dolabên di wêjeya me da bênavber li ser nivîskar Dilawer Zeraq hatiye meşandin. Di nav cimeatên piçûk û jihevketî da li ser wêjeya nivîskar û xebatên wî yê li ser ziman li pişt deriyan tê niqaş kirin jî dîsa Zeraq e. Çend meh berê romana nivîskar-lêkolinêr-wegêrkar Dilawer Zeraq bi navê “Şador” ji weşanxaneya Lîsê hat weşandin. Piştî pirtûk hat weşandin di serî de eleqayek xweş derket meydanê. Hinek hîn romanê nexwendibûn, dest bi şîroveyan kirin û xwendinek bi niyetî dan pêşiya xwe. Ên xwendibûn jî hebûn di serî da nebaşiya romanê bi propangadayek kîret li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kirin. Hin xwenda jî dîsa nexwendibûn û peznê romanê didan.

Di dîrok û qada wêjeyan da hin dem û serdem henin meriv dibîne ku ref bi ref li hemberî hev rêzgirtin di wêjeyê da deriyan li ser deriyan vekiriye. Mixabin di wêjeya me da di qada teorî û rexneyên nivîskî da bi wêrekî nay ser ziman. Li pişt deriyan erêkirin û nerazîbûnên xwe tinin ser ziman. Ê nivîskî jî bi serdevkî dimeşin. Dibên em bi te re ne, dibên bi tenê nînî, dibên li vir em rêzdigrin, dibên tu bêhempayî… Lê bingehên îdayên xwe tije nakin. Seyda Temo dibê filan helbest radîkale lê dawiya wî tineye. Temo, bi vê gotina xwe Kawa Nemir destnîşan dike dibêje ku ev helbestkarê ciwan xurt e û pêşeroja helbestê ye. Lê dawiya wî em nabînin yan jî metnek tineye em li ser nîqaşê bikin. Rêzdar Fexriye Adsay, tenê rexne dike lê tekstek tineye ku me serûbin bike, em niqaş bikin û li ber xwe rêyan vekin. Metnên Ramazan Kaya, Serdar Şengûl, Selîm Temo, Firat Aydınkaya, Dilawer Zeraq, Şêxo Fîlît, Zana Farqînî û Samî Tan gelek feyz û motîvasyone dide xwîneran. Dîsa kadroya Kovara Nûbiharê da rexne û şîroveyên Talat İnanç nêrînên cur bi cur dide dest û nivîsên Yehya Omerî li ser qada helbestê niqaşan li ber xwendayan vedike. Wêje bi sekna “em bi te ra ne” nay meşandin wêje bi rexneyên wêrekî û bibingeh mezin dibe.

Şador, Dilawer Zeraq, Lîs, spl: 150, 2023.

Mîsal hê Ulysses ya James Joyce bi wêrgera Kawa Nemir çap nebûbû li ser medyaya civakî qiyamet û tofanê rakirin. Peznên wisa dan ku meriv ji xwe şerm kir. Ev şermbûn di esasê xwe da, xwendayên kurmancî di kîjan astê da ne destnîşan dikir. Ma gelo qet îradeya we tineye ku hûn piştî xwendinê nêrînên xwe bi wêrekî eşkere bikin û zorê bidin nivîskaran, wêrgerkaran, helbestkaran, lêkolîneran û hwd. Ev meseleya me ya kurte ji me re dibêje: Çepik çepik û pifkê bide kêleka xwe hêma dike. Piştî pirtûk gihişt xwîneran deng ji ti kesî derneket. Ti xwîner ne nirxandinek kir ne şîroveyek da pêşiya me. Çimkî ewên ku xwendin ji çend rûpela wêda kirin û nekirin pêşva neçûn. Ji bo wergerek çawa nayê kirin mînakek baş e. Ji bo wêrgerkarên ku ewê bên re û xwendinek heta ku hûn bêjin zehmet e. Ger ez tiştek ji metnek, berhemek, tekstek baş fem nekim ezê çawa li ser hûr bibim? Yanî pezn dayîn bo ego û motîvasyonê baş e lê heta radeyek meriv motîve dike. Wêje bi murîd û alîgiran va naçe pêşva. Îro em li ser medyaya civakî xwînerên ku zorê didin wêjeya me ne kêm in.

Tiştek dinivîsin dibên wisa û wîlo wêjeya me “serûbin” kiriye lê bi çawayî kiriye di destê me da ti done tineye. Di ber xwe da xeberdaye û nivîsiye lê bersivên çawa û çima tineye. Dema wext hat wêçaxê bi doneyan/tespîtan ve hemû dê yeko yeko werin nivîsandin. Mesele hûn çi dinivîsin, bi çi awayî li ser dîwarê kurmancî kevirek bilind dikin an nakin e.

Li pişt deriyan gengeşiyên ku li ser nivîskar hatiye kirin teqez yek jê Dilawer Zeraq e. Ev erişên bêbingeh çima tên kirin? Çima bi nivîs û destnîşanên teorîk û edebî rexneyan nakin û bi nêrînên xwe yên eletewş didin ber me? Gelo layîqê nivîs û rexneyan nabînin ku li ser berhemên wî bi rêkûpêkî fikrên xwe ji civak û civatoka xwe re bînin ser ziman? Tevgirtina li hemberî Zeraq, ji wêjeya wî bêhtir nêrîna wî ya li hemberî desthilatan û ji rêza xwe tawîz nedayî kirine hedef. Çaxê meriv xwedî îrade be û li ser bawerbûna xwe bimeşe êrîş û gefxwarin teqez ewê were kirin. Ev tiştek sosret e. Tiştên sosret bi êrişên ji ferasetê dûr tên kirin ne.

Vêga em werin ser romana “Şador”. Zeraq hem di heypeyvînên xwe da hem jî di axaftinên xwe yê bi xwîneran re destnîşana karekterên romana xwe bi wêrekî û zelalî behs dikir. Lê ji xwîneran re qadek fireh jî hiştibû. Vêga heqê min tineye ku ez bi çavek feminîstî li romanê binêrim û binirxînim. Jixwe xwendinên min ên li ser femînîzme kêm û xurt nînin. Lê ger bi xwendinek feminîstî bê nirxandin û were rexnekirin ewê tiştek muazem derkeve. Belkî ewê têkiliya di navbera her du karekteran da tiştên ku qewimîne bibe “motto”ya wêjeya me. Yanî Dilawer Zeraq karekterên ku afîrandiye ji dîrokê re hiştiye. [Dibe ku Zeraq ev her du karekteran çaxê ava kiriye bêhemdî xwe aniye vê aste jî. Yanî bi hişek dervayî vêya afirandibe û zêdetir li ser hûr bûye. Ezê vêya bi pragrafên romanê pişt rast bikim]. Çimkî têkîliya her du karekteran civaka kurdan dide destê me. Têkiliyên jin û mêr nêrîn û nezîkitiya wan ên li hemberî evîn û sewdayê bi rastiya civakê re honandiye. Li hemberî me du karekterên ne xiyalî û fantastîk henin. Ji malê ne, cîranên me ne merivên me, ne jî hevalên me ne! Ne ji me dûr in lê bi vegotina nivîskar tabloya li hemberî me bi rih û can bûye quncik bi quncik, bi hûrgilî daye zanîn.

Li aliyek têkoşîna jinên kurd û bedelên ku dane bo serbestbûnê; li aliyê din jinên piştî evîndariyê tevgirtina wan û li bin siya evînê sekn û nêrînên wan zelalî li ber çav e. Zeraq bi vegotinê bi devê du karekteran Besna û Rizgan romanê nivîsiye. Di romanê de zêdetir dengê Besna tê guhê me. Denge Rizgan kêm e lê hebûna wî tu dibêy qey romanê dagir kiriye. Kodên ku daye hem têkîlî-derûnî dide me hem jî encamên serdestî-bindestî daye der. Evîn qad bi qad xwe teslîm kirine, di nava wext da di bin siya negatîfiyê da çiqas erişên neyînî were kirin jî piştguh dibe û têkîliya nêr û mê behtir xurt dike.

Ev qada ewil e û fedakariyek bêhempa ava dike. Piştre ji dandin û êriş xwe vedigerîne li ser kesayetan û di dawiyê da jihevketin û têkçûnê tine. Trajediyên evîne heqîqata sewdaya rasteqîn jî dide me mîsal Romeo-Julliete, Paul-Virginie, Manon-Lescuat, Siyabend û Xecê. Trajedî/yên Besna û Rizgan li hemberî hevûdin bi dilzîz î û bi dilşewatî tên ba hevûdin.

Besna dilşewat e. Dixwaze Rizgan û trajediyên wî çareser bike. Bi rêya terepiya axaftinê va dixwaze Rizgan dil û hişê xwe bi temamî jê re veke. Zeraq, barên jiyanê bar kiriye ser milên Besna, jixwe di jiyana jinên kurd da ev ne wisaye? Hemû barên jiyanê li ser milên wan ne û bi vê barên giran va liberxwe didin. Tevgirtina Besna ji evîndarek behtir tevgirtinek rihê dayikek bi bîr dixe. Bersivên Rizgan û xwe ji Besna dûr xistin di rihê Besna da deriye dayikbûnê û parastinê derdixe meydanê. Tevgirtina li hemberî Besna, Rizgan ne wek Besna dilnerm û dilşewate. Di esasê xwe dijwar û ji rehmê dûr e. Ewê nivîs bajo…

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir